Fermandarê şîe: Piştî DAIŞê pirsgirêka herî mezin kurd in
Qeys Xezelî ji televîzyonekî iraqî re behsa qonaxa piştî DAIŞê kir û got; “Piştî nemana DAIŞê pirsgirêka herî mezin û giring kurd in. Bi taybetî pirsgirêka birêz Mesûd Barzanî ye ku yekalîkirin û lihevkirina ligel wan zehmet e.”
Emîrê Giştî yê grûba mîlîsên şîe herwiha diyar kir, “Pir zehmet e li gel kurdan projeyekê aştiyane bê kirin. Ji bo lihevkirin çêbibe, divê ew vegerin sînorên xwe yên beriya sala 2003yan. Ji ber ku kurdan axa di bin destê xwe de fireh kirine û ev jî pirsgirêka herî mezin e.”
Xezelî tekez kir, ku ew weke iraqiyekê ereb, bi ti awayî razî nabe ku Kuridstan navçeyan bi siyaseta sepandinê hilde nav sînorên xwe.
Li hember van daxuyaniyên Qeys Xezelî, Fermandarê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî jî ji Rûdawê re ragihand; “Sînorên axa Kurdistanê diyar in. ev ax di dema xwe de bi zorî xistine ser sînorên Iraqa erebî. Ji wê demê ve kurd bi rehetî li navçeyên xwe neûniştine. Ji ber ku rûbirûyê enfal, kîmyebaran û tunekirinê bûne.”
Kerkûkî got; “Pêwîste hemû kes di mala xwe de bijî. Şîe li Şîîstanê, kurd li Kurdistanê û sunne jî li Sunnestanê. Bi vî awayî em bibin cîranên baş.”
Kemal Kerkûkî amaje bi wê yekê kir, ku kurd li dijî ti aliyekê ne gef in û got; “Kî gefan li kurdan bixwe, ew dê bi xwe zirar bike.”
Rudaw
