• Monday, 23 February 2026
logo

ROJAVAYÊ KURDISTANÊ – Destpêşxeriya li hev nêzîkirina ENKS û PYDê

Gulan Media December 13, 2016 Nûçe
ROJAVAYÊ KURDISTANÊ – Destpêşxeriya li hev nêzîkirina ENKS û PYDê
Hevbendiya Niştimaniya Kurd ku ji 5 partiyên nêzîkî rêveberiya xweser pêk tê, li gel Partiya Azadî û Yekîtiya Nivîskarên Kurd û nûnerên çend eşîretên kurd, destpêşxeriyek ji bo lihevhatina ENKS û PYD pêşxistine.

Serkirdeyekî Hevbendiyê dibêje ku encamên destpêkê êrênî ne lê ENKSê ji aliyê xwe ve vê destpêşxeriyê red dike û dibêje, ew tenê li gel encumena eşîretên kurdî civiya ne.

Hevbendiya Niştimaniya Kurd, Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Partiya Azadî û Encûmena Eşîretên Kurd destpêşxeriyek ji bo lihevhatina ENKS û Rêveberiya Xweser pêşkêş kirine.

Sekreterê Elpartî ku partiya wî cihê xwe di nav Hevbendiyê de digre, dibêje ku wan li gel ENKSê û TEVDEMê hevdîtn pêk anîn û helwesta herdû aliyan êrênî bû.

Sekreterê el-Partî Nesredîn Îbrahîm di vê mijarê de got; “Pêwendiyên di navbera hevalên PYD û ENKSê de kete rewşeke xeter. Ji ber vê yekê Hevbendiya Nîştamaniya Kurd bi tevê Partiya Azadî û Encûmena Eşîretên Kurd şandek ava kirin. Vê şandê hevalên ENKSê dîtin û aliyê din jî dîtin. Nêrînên herdu aliyan jî erênî bûn.”

Lê serkirdeyê ENKSê Ebdulselam Xelef Biro, destpêşxeriya Hevbendiyê red dike û dibêje, ew qet ligel Hevbendiyê ne civiyane. Bi gotina wî, wan tenê hevdîtin bi nûnerên eşîretên kurdî re kirine û daxwaza serbestberdana girtiyan kirine.

Serkirdeyê ENKSê Ebdilsemed Xelef Biro got; “Karekî xwebexş bû ji aliyê encûmena eşîretan ve hate kirin. Me ji wan re got bila TEV-DEM zîndanên xwe ji girtiyên siyasî paqij bike. Ji xwe di navbera me de rêkeftin hene, eger ew bixwazin vegerin rê vekiriye.”

Partiya Pêşverû ku beriya niha ligel rêxistina Aşûrî hewl dabû ku girtiyên ENKSê ji zîndanên Rêveberiya Xweser serbest berdin û ew destpêşxerî bi ser ne ketibû, hêvî dike ku encamên vê destpêşxeriyê erênî bin.

Di heman dema vê destpêşxeriya Hevbendiyê de, fermandarê leşkerî yê hêzên Rûsya li Sûriyê, 24 partiyên Kurd, ku di nav wan de 7 partiyên ENKSê jî hebûn, ji bo bingeha Himêmîm li Laziqiyê vexwendin, da ku li gorî nameya vexwendina lihevhatina aliyên kurd û daxwazên kurdan û rola wan di diyaloga bê de behs bikin.

Lê ENKS red kir ku beşdarî hevdîtinên Himêmîm bibe û daxwaza hevdîtinekê li gel rûsan li derveyî Sûriyê kir.

rudaw
Top