‘Êdî dem hatiye ku em sînorekê ji bo helwestên Gorranê danin’
Parlementerê berê yê firakasiyona Gorranê di parlemana Iraqê de ji bo BasNewsê ragihand ku:”Ew a ku Sirwe Ebdulwahîd û hinek kesênên Gorranê li hemberî hêza pêşmerge yên Kurdistanê kirine çavkaniya vê yekê hizra Newşîrwan Mistefaye lê blel sivikatiya vê dawiyê ji bo pêşmerge cudatire ji ber ku di nav encûmena nûnerê Iraqê li hemberî pêşmerge û xwîna şehîdan kirine.”
Herwaha wî berpirsî aşkere kir ku vê carê Gorranê bêrêzî bi şehîdan kiriye ji ber vê yekê jî êşeke mezin çêbû dema ku dayîkê şehîdan xwefiroş û laşfiroş têne binav kirin.
Wî parlemanterê Gorranê berdewamî da û got:” Çendîn care ji aliyên Newşîrwan ve xeta sor binpê dibe lê niha dema vê yekê hatiye ku xelkê Kurdistanê qibul neke ku ti kesek wek wane bêrêzî bike û sînorekê jî ji bo wan kesane diyar bike, û berdewam kir ku Piştevanî li Heşda Şeibî kirin û piştevaniya hêza Pêşmerga nekirin, li sivikatikirin bi malbatên şehîdan kêmtir nîne.
Karwan Salih di vê baweriyê de ye ku divê aliyên siyasî li gor yasaya rêk bêxin ji bo kes xetên sor derbas neke.
Basnews
