Du parlamenterên din yên HDPê hatin girtin
Li gor ajansa Anadolê ragehandî, îro danên sibehê bi hiceta endametiya PKK ê Polîsên ewlehiya parlementerên HDPê Çaglar Demiral û Besîme Konca li Ankarê girtin.
Çaxlar Demîral çîgirê serokê firakasiyona HDPê ye herwiha Besmê Kunca jî parlementera HDPê li bajarê Sîrtê ye.
Herdu parlementerên HDPê wek parlementerên din bi tometa piştevaniya PKKê girtin.
Rudaw
