Mensûr Barzanî: Rê nadin ti kes sivikatî bi pêşmerge û malbatên şehîda bike
Îro danê sibê 13.12.2016ê fermandarê hêza taybetê a Gulanê di civînek rojnamevanî de ji bo BasNewsê ragihand ku:”Bi ti awayekê rê nadin bi çi hêcet û behaneyekê sivikatî bi hêzên pêşmerge û malbatên şehîda bikin ji ber ku hêzên pêşmergeyên Kurdistanê xebat û berevaniya li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê dikin û niha jî bi hezaran kîlomitr axa Kurdistanê diparêzin û qurbaniyên zêde jî dane heta ku Kurdistan gihandine vê qonaxê ji bo vê mafê kesê nîne sivikatî bi xwîn û qurbaniyên pêşmerge bike.”
Basnews
