Bi hezaran pêşmerge daketin kolanan û dest bi xwepêşandanê kirin!
Peyamnêrê Rûdawê li cihê xwepêşandanê Hêvîdar Ehmed ragihand. Hezaran pêşmerge bi mebesta nîşandana nerazîbûna xwe li dijî gotinên parlamentera Gorranê Sirwe Ebdulwahid, li pêşberî Serdozgeriya Giştî ya Hewlêrê li hev kom bûne.
Hêvîdar Ehmed got: “Fermandeyê Hêza Pêşmerge ya Gulanê Mensûr Barzanî di nava pêşmergeyên xwepêşander de amade bûye û bi navê Pêşmerge ve li bal Serdozgeriya Giştî ya Hewlêrê dozeke yasayî li dijî parlamentera Gorranê Sirwe Ebdulwahid vedike.”
Pêşmergeyên ku li pêşberî avahiya Serdozgeriya Giştî ya Hewlêrê xwepêşandan kirine, bi gotina dirûşmên netewî daxwaza dadgahîkirina Sirwe Ebdulwahid dikin.
Yek ji wan pêşmergeyên ku di xwepêşandanî de beşdar bûye, ji Rûdawê re axivî û got: “Gotinên Sirwe Ebdulwahid derbarê hevjîna şehîdan de nayê qebûlkirine û gerek ji ber wan gotinan, ew (parlamenter) were dadgahîkirin.”
Herwiha duh duşemiyê jî li dijî gotinên parlamentera Gorranê, li bajarên hewlêr, Duhok û Soranê xwepêşandan birêve çûbûn. Xwepêşanderan bi bilindkirina pankardan, gotinên Sirwe Ebdulwahid weke bêrêzî û sivikatîkirin bi pêşmerge û malbatên şehîdan bi nav kirin.
Herwiha pêştir jî li Hewlêr, Kerkûk, Helebce û çend bajarên din li dijî gotinên Sirwe Ebdulwahid xwepêşandan hatibûn lidarxistin.
Gotinên Parlamentera Gorranê Sirwe Ebdulwahid di televizyoneke erebî de, bûne sedema çêbûna bertekên tund ên navxweyî li Herêma Kurdistanê.
Di çend rojên bihorî de, Wezareta Pêşmrge û Hêza 70 a Pêşmerge, Fraksyona PDKê û 2 parlamenterên wê partiyê, û herwiha Rêxistina Aştî ya Xêrxwazî ya Navdewletî li dijî Sirwe Ebdulwahid li dadgehê doz vekirin.
Sirwe Ebdulwahid piştî berfirehbûna bertekên li Kurdistanê yên li dijî gotinên wê, daxuyaniyek din da û tê de red kir, ku wê sivikatî bi pêşmerge û malbata şehîdan kiribe.
Sirwe Ebdulwahid roja 8ê Kanûnê ragihand: “Qaşo min du bernameyeke televizyonî de behsa jinên pêşmerge kiriye û min gotiye ku neçarin ji ber hejariyê laşê xwe bifiroşin. Di demekê de ewa ku min gotiye, bo berevanîkirin li şikomendiya pêşmerge û xêzanên şehîdan bûye û wan bi enqest bi tevlihevkirinê wergerandiye.”
Parlamentera Gorranê herwiha daxwaza lêborînê jî kiribû û gotibû: “Min di gotinên xwe de bi zelalî got, xemsarî û neberpirsatiya partiyan li gel xelkê û xêzanên şehîdan, bi şêweyekê ye ku heta hinek ji xêzanên şehîdan neçarin xwe bifiroşin, mebest ji firotinê jî, erzankirina nirx û vîjdan û şikonebdya şehîd û xêzanên wan e, ku niha ji ber rêvebirineke şaş a aborî û ji ber kêberiyên siyasî, hin xelk hatine neçarkirin, vîjdan û şikomendiya xwe ji dest bidin.”
Rudaw
