• Monday, 23 February 2026
logo

Şandeke Amerîkî mijara vekêşana PKKê li Sinonê gengeşe dike

Gulan Media December 13, 2016 Nûçe
Şandeke Amerîkî mijara vekêşana PKKê li Sinonê gengeşe dike
Şandeke Amerîkî mijara vekêşana çekdarên PKKê li bajarokê Sinonê ya parêzgeha Nînowa gengeşe dikin.



Rêveberê bajarokê Sinonê, Nayîf Seydo ji BasNewsê ragihand ku heta niha çekdarên PKKê di navçê dene û welatiyên navçê nikarin vegerine malên xwe.



Nayîf Seydo herwaha aşkere kir ku şanda Amerîkî roja 12.12.2016ê heyama du demjimêran li gel îdara navçê civiya û îdara Sinonê, ji bo şandê gotine ku Bexda ti harikariyekê ji bo navçê nake.



Herwek rêveberê bajarokê Sinonê ragehand ku Amerîkî hewl didin ku mikanîzmekê ji bo vekêşana çekdarên PKKê li navçê de danin.



Basnews
Top