Şandeke Amerîkî mijara vekêşana PKKê li Sinonê gengeşe dike
Rêveberê bajarokê Sinonê, Nayîf Seydo ji BasNewsê ragihand ku heta niha çekdarên PKKê di navçê dene û welatiyên navçê nikarin vegerine malên xwe.
Nayîf Seydo herwaha aşkere kir ku şanda Amerîkî roja 12.12.2016ê heyama du demjimêran li gel îdara navçê civiya û îdara Sinonê, ji bo şandê gotine ku Bexda ti harikariyekê ji bo navçê nake.
Herwek rêveberê bajarokê Sinonê ragehand ku Amerîkî hewl didin ku mikanîzmekê ji bo vekêşana çekdarên PKKê li navçê de danin.
Basnews
