• Monday, 23 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî pesnê Îsmaîl Bêşîkçî da: Şerefek mezin e bo me

Gulan Media December 13, 2016 Nûçe
Serokwezîr Barzanî pesnê Îsmaîl Bêşîkçî da: Şerefek mezin e bo me
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di konferansa lêborîn û pêkvejiyanê” de pesnê pirofesorê tirk û dostê kurdan Dr. Îsmaîl Bêşîkçî da û got, wî bona xatirê kurdan gelek êş û zehmet kişandiye.

Îro li Hewlêrê, konferansek bi navê “Konferansa Lêborîn û Gefa Terorê li ser Pêkvejiyanê” hat vekirin. Di konferansê de ku ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve hatiye organîzekirin, gelek mêvanên biyanî jî beşdar bibûn. Yek ji wan kesan, pirofesorê tirk û destê kurdan Dr. Îsmaîl Bêşîkçî bû.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, di konferansê de gotarek pêşkêş kir û di dawiya gotara xwe de behsa Dr. Beşîkçî kir û bi germî bixêrhatina wî kir, yên di konferansê de beşdar bibûn jî bi lêdana çepikan kêfxweşiya xwe ji amadebûna wî dostê kurdan nîşan dan.

Serokwezîr Barzanî pesnê Dr. Bêşîkçî da û got, ez dixwazim bi germî bixêrhatina kak Bêşîkçî bikim ku îro teşrîfa wî li vir e. Wî birêzî, bona wan nirxên ku em îro ji bo wan kom bûne, gelek zehmet û êş kişandiye. Ji bona parastina maf û hebûna kurdan li Tirkiyê gelek êş dîtiye û ketiye zîndanê. Wî gelek xebat kiriye û heta vê gavê jî dixebite. Ji bo me şerefek mezin ku îro ew li vir e û bi me re ye.

Basnews
Top