• Monday, 23 February 2026
logo

Fermandeyekî Pêşmerge: PKKê ji wan DAIŞiyan hêzek ava kiriye!

Gulan Media December 12, 2016 Nûçe
Fermandeyekî Pêşmerge: PKKê ji wan DAIŞiyan hêzek ava kiriye!
Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li eniya Şingalê dibêje, ew çekdarên DAIŞê yên ku reviyane, tevlî PKKê bûne û PKKê ji wan hêzek ava kiriye.

Fermandarê Pêşmerge li Şingalê Simê Boselî ji malpera fermî ya PDKê re navê wî kesê ku PKKê li xwe girtiye, eşkere kiriye û gotiye, ew DAIŞiyên ku reviyane û tawan derheqê êzîdiyan de kirine, ji aliyê wî kesî ve hatine komkirin û tevlî refên PKKê li Şingalê hatine kirin.

Simê Boselî her wiha gotiye, li navçeya Holê ya Şingalê, ku dikeve ser sînorê Rojavayê Kurdistanê, kesek bi navê Ebdulrehîm Şemerî, ku xwe wek endamekî Heşda Şeibî dide naskirin, ew erebên ku li nava DAIŞê bûn û ji navçeyên Behac û Bilîc reviyane, hêzek ji wan çêkiriye û hemû tevlî PKKê bûne. PKK piştgiriya wan dike û çekan jî dide wan.

Wî fermandeyê Pêşmerge daye zanîn ku ew hêza ku tevlî PKKê bûne, li rojavayê Şingalê li navçeya Holê ne, lê ne nêzkî me ne û hejmara wan ji 400 bo 500 kes in. Em bi hûrî çavdêriya wan dikin, ji ber guman û metirsiya wan li ser Şingalê heye, herwiha bawerî bi PKKê jî tune ye, ji ber ku destê xwe dane destê wan erebên ku tawan derheqê Şingalê de kirine.

Basnews
Top