• Monday, 23 February 2026
logo

Rûsya:728 çekdarên opozîsyonê xwe radestî rejîmê kirine

Gulan Media December 12, 2016 Nûçe
Rûsya:728 çekdarên opozîsyonê xwe radestî rejîmê kirine
Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê ragehand ku, di heyama 24 demijmêrên borî de 728 çekdarên Opozîsyona Sûriyê li bajarê Helebê xwe radestî rejîmê wî welatî kirine.

Derbarê vê yekê Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir ku, di heyama 24 demijmêrên borî de 728 çekdarên Opozîsyona Sûriyê li gel çekên xwe li bajarê Helebê xwe radestî rejîma wî welatî kirine.

Li gor daxuyaniya Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê 13 hezar û 45 welatiyên sivîl jî ji taxên Rojhelatê Helebê reviyane û ber bi navçeyên rejîmê ve çûne.

Ji aliyê xwe Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand ku, Artêşa Sûriyê taxa Şêx Seîd li rojhelatê Helebê kontirolkir û bi vê yekê heta niha 90 ji sedî taxên Helebê kontirol kiriye.

K24
Top