Bihabûna petrolê didome
Piştî lihevkirina welatên endamên OPEC û yên derveyî OPECê li ser kêmkirina petrolê di bazarên cîhanê de, nirxa petrol zêdetir biha bû.
Îro nirxa her bermîlek petrola Brent, 57 dolar derbas kir. Duh nirxa petrolê derdora 55 dolarî bû.
meha borî endamên OPECê jî li ser kêmkirina petrolê di bazarên cîhanê de li hev kiribûn, ew rêkeftin jî bibû sebeba bihabûna petrolê.
Hinek çavdêrên aborî dibêjin, bihabûna petrolê dê heta roja ku serokê nû yê Amerîka Donald Trump li ser kursiya serokatiyê rûnê, bidome.
Donald Trump 20 meha Çile ya sala 2017 bi fermî dibe serokê Amerîka.
Basnews
