Hejmara qurbaniyên teqîna Stenbolê bûn 44 kes
Derbarê marên nû yên qurbaniyên teqîna Stenbolê Wezareta Tendûristiyê ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, hejmara kuştiyên teqînê zêdebûn û bûne 44 kes, ji wan 36 polîsên Tirkiyê ne û 8 kes jî welatiyên sivîl in.
Berî du rojan li bajarê Stenbolê Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê teqînek li wî bajarî bi rêya otombîleke bombekirî encamdabû, tê de 44 kesan jiyana xwe ji dest dan û 100 kesên din jî birîndarbûn.
K24
