Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişa terorîstiya Stenbolê şermezar dike
Em sersaxiya malbata qurbaniyan û hikûmet û Gelê Tirkiye dikin û hêviya zû baîbûnî ji bo birîndaran dixwzîn.
Terrorist li her cihekê derfetê bi dest bixin, dijî hemû beha yên mirovahî dicengin û serderiya wan jî dijî hemû beha û mirovahiyî ye, lewma divê nehêlana teror û hizr û jîderên wê bibe armanca sereke ya hemû welatên cîhana azad û pêşketî.
Hikûmet û Gelê Herêma Kurdistanê baş ji êş û jana terrorê tê digeh in, her ji destpêkê, em di bere ya pêşneg ya vî şerî dane dijî terorîstên DAIŞê û bi alîkariya hêzên dost û hevpeymanan li ser şikandina terror û tarîyatiyê berdewam in.
Em hêvîdar in bikerên vê êrişa hovane û her kiryareka din ya terorîstî li her cihekê bin, bi zûtirîn dem bihên vedîtin û sizaya dadperwerane werbigirin.
Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê
2016-12-11
