Serok Barzanî salvegera ji dayikbûna pêxemberê me yê mezin pîroz kir
Ji bo salvegera ji dayikbûna pêxemberê me yê mezin Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bê) pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhanê û Iraqê û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.
Hêvîdarim ev helkefta pîroz bibê teşwîq û handereke dinê çespandina hemû wateyên rûyên bilindên ola pîroza îslam û pêşxistina ruh û giyanê birayetî û xweşdivî û pêkvejiyana li navbera hemû netewe û ol û mezhebên cûda, riswayî jî ji bo terorîstan û dijminên mirovayetiyê bimîne ku bi navê ol dirindetirîn reftarê li dijî mirovayetiyê encam dane û hewla têkdana bingehên pîrozên ola pîroza Îslamê didin.
Hêvî dikim ev helkefta pîroz dergeha xêr û xweşiyê ji bo xelkê Kurdistan û navçeyê veke û dawiyê jî bi zulm û tundrewî û dagîrkeriyê bê û welatê me li şadî û bexteweriyê de bijî.
Wesselemun aleykum werehmetullahu webereketuhu
Mesûd Barzanî
12 ê Rebî'ulewel 1438ê koçî
11ê Kanûna Yekema 2016 ê zayînî
