Di navbera PYD û ENKSê de nabveynkarî
Piştî zêdebûna pirsgirêk û aloziyên di navbera Encumena Nişîtmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD) de, hewlek ji bo pêkanîna wan û destpêkirina gotûbêjan di navbera wan de hatiye destpêkirina.
Li gorî agahiyan, Hevbendiya Niştimanî a Kurdî li Sûriyê dixwaze ENKS û PYDê li hev bîne.
Ji bo vê insiyatîvê Hevbendî ligel hinek eşîretên kurdî û nivîskar û kesayetiyên kurd civiya û pirsa çareserkirina pirsgirêkên di navbera ENKS û PYDê de anî rojevê.
Di encama wê civînê de, aliyên beşdar li hev kirin ku komîteyek were avakirin û hevdîtinan ligel PYD û ENKS pêk bîne.
Di wê însiyatêvê de hatiye ku, hemleyên ragihandinê di navbera her du aliyan de werin rawestandin, girtiyên siyasî serbest werin berdan, bêrêzî bi sembolên netewî yên Kurdan neyên kirin, xwepêşandan werin rawestandin û rêza yasayên li Rojavayê Kurdistanê were girtin.
Rudaw
