Teqîna Stenbolê TAKê li xwe girt
TAKê ji malpera xwe ya fermî ragihand ku, teqîna Stenbolê ya duh şev ji aliyê hêzên wan ve hatiye kirin û nêzikê 100 polîsan canê xwe ji dest dane û sedan polîs jî birîndar bûne.
TAKê da zanîn ku, 2 endamên wan ku, bombeya li gel xwe teqandine û wan jî canê xwe ji dest dane.
Duh, li bajarê Stenbolê teqînek rû da û li gor amarên fermî 31ê wan polîs 38 kesan canê xwe ji dest dan û 166 kes jî birîndar bûn.
basnews
