• Monday, 23 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqînên bajarê Stenbolê şermezar kir

Gulan Media December 11, 2016 Nûçe
Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqînên bajarê Stenbolê şermezar kir
Şeva 10.12.2016 li encama dû teqîneke terorîstî ya li derveyê yarîgeheke li bajarê Stenbola Tirkiyê da hejmarek hemwelatî û polîs bûne qurbanî û hejmareke zêde jî birîndar bûn.

Ji bilî wê yekê ku gelek bi tundî wê êrîşa terorîstî şermezar dikîn serxweşî û hevxemiya xwe bi kesukarên qurbaniyan radigihînîn û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn.

Armanca terorîstan têkdana bexteweriya hemwelatiyan û têkdana jiyanê li hemû cîheke cîhanê, lê belê ji wê yekê bawerîn ku kirdar û hizrên nemirovaneya terorîstan dawiya şikesta wane û sernakevin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
11.12.2016

Top