Hejmara kuştiyên teqînên Stenbolê gihîşt 38an
Şeva borî li bajarê Stenbolê, du teqînên bihêz qewimîn. Destpêkê hatibû gotin ku di wan teqînan de 29 kes hatine kuştin û 166 kes jî birîndar bûne.
Lê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro ragihand, hejmara kuştiyan zêde bûye û gihîştiye 38 kesan.
Soylu her wiha got, 30 kesên ku hatine kuştin, polîs in, 7 jê sivîl e û yek jî heta niha nasnameya wî nehatiye zanîn, 155 kes jî birîndar bûne ku rewşa 19 ji wan baş nîne.
Li gorî wezîrê navxwe yê Tirkiyê jî, dibe ku teqîn ji aliyê PKKê ve hatibin kirin. Alîkarê serokwezîrê Tirkiyê Nûman Kurtulmuş jî gotibû, duruf PKKê nîşan didin.
Heta niha PKK tiştek derheqê wan teqînan û daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê de negotiye.
Basnews
