Bexda dixwaze Hewlêrê razî bike: Sînoran baş bigrin
Sekreterê Wezareta Navxwe yê Iraqê Eqîl Xezelî ji rojnamevanan re ragihand; “Iraq ji pêvajoyeke pir aloz re derbas dibe. Ji ber vê yekê jî pêwîste hemû alî hemahengiyê bikin, hevkariya hev bikin. Serdana me ya ji bo Hewlêrê li ser daxwaza herdu aliyan bû. Em van civînan ji bo serkeftina operasyonên artêşê, polîsan, hêzên Heşda Şeibî û Hêzên Pêşmerge pêk tînin.”
Li gorî zanyariyên Rûdawê, berpirsê iraqî ji berpirsên kurd re gotiye, “Me li ser sînorê Îranê pasawan navê. Çimkî Îran ne dijmin e. Piştî şerê Mûsilê em dixwazin sînorên xwe yên ligel Sûriye, Ûrdin û Tirkiyê baş biparêzin, da ku rêya hatinçûna çekdarên DAIŞê bê girtin.”
Fermandarekî kurd ê pasavanê sînor jî diyar kir, ku heta Wezareta Navxwe ya Herêma Kuridstanê biryarê nede, ew dê neçin ti deverekê.
Fermandarê Lîwaya Du ya Pasevanên Sînor ê Herêma Kuridstanê General Mihemed Reşîd Silêman ji Rûdawê re ragihand; “Beşekî mezin ji pasevanên sînor ên Iraqê ji kurdan pêk tê. Bi sedan leşker û fermandarên pilebilind ên Iraqê kurd in. erkê wan girantir dibe. Dema şerê DAIŞê di nav bajêran de sivik bibe, dê giranî bikeve ser sînoran.”
Rudaw
