Civata Wezîran roja jidaykbûna Pêxemberê Îslamê pîroz dike
Teksta peyma Civata Wezîran:
Bi helkeftina roja jidaykbûna Pêxemberê Îslamê hezretê Mihemed (silavên xwedayê mezin lê bin) gerimtirîn pîrozbahiya li tevaa misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikin.
Em hêvîdar in ev helkefta pîroz bibe hokarek ji bo zêdetir yekrêziya hemû aliyan, xweşjiyanîy, ewlehîyê, avadankirinê û pêkeftina herêma Kurdistanê û hemû derdesriyên ji aliyê terorîstên DAÎŞ ve bi ser gelên Îraqê bigiştî û pêkhateyên neteweyî û olî yên Kurdistanê bi taybetî, anîne nemînin û bibe hokarê nemana tero û terorîstan li Kurdistan, Îraq û hemû cîhanê.
Bi vê helkeftina pîroz, em li hember şehîdên bergirîkirina ji Kurdistanê û parastina hemû pêkhateyan ji tero û terorîstan bejna xwe ditewînin û ji Xwedayê mezin dixwazin bi behşta berîn şad bike.
Careke din roja jidaylbûna Pêxemberê Îslamê (silavên xwedayê mezin li ser bin) li hemû aliyan pîroz dikin.
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
09.12.2016
