Serok Barzanî li gel hejmarek kevne berpirsên serbaziyên Amerîka û Hevpeymanan civiya
Li hevdîtinê de, şanda mîhvan spasî Serok Barzanî kirin û balkişandin li ser wê yekê ku tenê Kurde wan dostan ji bîr nake ku yarmetiya wan dane û bi şanaziyê ve behsa yarmetîdana wan ya Kurdistanê li 1991 kir û sersamiya xwe beramber pêşketinên Herêma Kurdistanê li 25 salên derbasbûyî de nîşan da.
Şandê tekez li wê yekê kir ku pêwîste Amerîka û îdareya nû eve li ber çav bigrin ku Kurdistan bi navê parastina bihayên mirovayetiyê çendî hewldaye û ronahiyê jî xistin li ser peywendiyên Herêma Kurdistan û Amerîkayê.
Ew şanda serbazî, spasî qehremanî û azayetiya xelkê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kirin, li rûbirûbûna terorîstên Da'îş û hevxemiya xwe ji bo qurbaniyan jî nîşandan.
Li beramber da Serok Barzanî ji bilî spas û pêzanînên xwe ya ji bo şanda mîhvan, bi germî bi xêrhatina wan kir û balkişand li ser peywendiya bi hêz ya di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka û Hevpeymanan.
Di derbarê rola wê tîma serbaziya li sala 1991 beşdarbûn li parastina Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ewê bin destî nedîtibe, bihaya azadiyê nizanê. Em wê demê li rewşa man û nemanê de buyîn, hûn hatin we yarmetiya gelê Kurdistanê daye, bi wê yarmetiyê û biryara dirustkirina navçeya aram, bandora we jî li ser guherîna nêrîna siyaseta navdewletî beramber bi doza Kurd de hebû.
Şanda mîhvan daxwaz ji Serok Barzanî kirin di derbarê rewşa bereyên ceng û şerê Mûsilê de agahiyê bide wan, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê li Mûsil û dewrûbera wê serkeftineke baş tomar kirine. Balkişand li ser wê yekê jî li paşarojê de divê, mafê pêkhatên wî bajarî parastî be.
Di dawiya hevdîtinê de Serok Barzanî, tekez li ser peywendiya di navbera Herêma Kurdistan û Hevpeymaniya şerê dijî Da'îş kir û hevkariyên hevpeymaniya dijî Da'îş bilind nirxand û balkişand li ser wê yekê, em û hevpeymanan li komek bihayên mirovayetiya hevbeşîn û pêkve li dijî terorîstan şer dikîn ji bo çespandina bihayên bilindên mirovayetiyê.
Hêjayî gotinêye şanda mîhvan ji van rêzdaran pêkhatibûn:
Cey Garner
Rus Pîrut
Endru Kêlîng
Cunasan Simsun
Con Ebî Zeyd
Êkbêrt Klop
Franko Murtînkon
Rafayl Lubînî
Tonî Kirawn
Mark Rulîns
Bêl Hacer
Rîçard Nab
