• Monday, 23 February 2026
logo

Nûnerê êzîdiyan: Hêzên hevpeyman jî bo derxistina PKKê ji Şingalê hewl didin

Gulan Media December 10, 2016 Nûçe
Nûnerê êzîdiyan: Hêzên hevpeyman jî bo derxistina PKKê ji Şingalê hewl didin
Nûnerê kurdên êzîdî li parlamentoya Kurdistanê dibêje, hewlên derxistina PKKê ji Şingalê didomin û niha hêzên hevpeyman jî dixwazin PKK ji Şingalê derkeve.

Parlamenterê êzîdî Şêx Şamo ji BasNewsê re got, hewlên me yên derxistina PKKê ji Şingalê didomin. Hêzên hevpeyman jî niha hatine ser xetê û dixwazin PKK ji Şingalê derkeve.

Şêx Şamo her wiha got, mixabin PKK heta niha guh nedaye ti kesî û dixwaze rewşa Şingalê aloz bike.

Piştî ku çekdarên DAIŞê êrişî devera Şingalê kirin, hêzên PKKê bi hêceta parastina xelkê, xwe gihandin çiyayê Şingalê û li wir bicîh bûn, heta niha jî li wir in.

Basnews
Top