Nûnerê êzîdiyan: Hêzên hevpeyman jî bo derxistina PKKê ji Şingalê hewl didin
Parlamenterê êzîdî Şêx Şamo ji BasNewsê re got, hewlên me yên derxistina PKKê ji Şingalê didomin. Hêzên hevpeyman jî niha hatine ser xetê û dixwazin PKK ji Şingalê derkeve.
Şêx Şamo her wiha got, mixabin PKK heta niha guh nedaye ti kesî û dixwaze rewşa Şingalê aloz bike.
Piştî ku çekdarên DAIŞê êrişî devera Şingalê kirin, hêzên PKKê bi hêceta parastina xelkê, xwe gihandin çiyayê Şingalê û li wir bicîh bûn, heta niha jî li wir in.
Basnews
