• Monday, 23 February 2026
logo

Li 4 bajêrên Kurdistanê xwepêşandan e!

Gulan Media December 10, 2016 Nûçe
Li 4 bajêrên Kurdistanê xwepêşandan e!
Li bajarên Hewlêr, Duhok, Kerkûk û Helebcê xizm û malbatên şehîd û pêşmergeyan û herwiha çalakvanên medenî li dijî daxuyaniyên parlamentera Tevgera Goran Sîrwe Ebdulwahîd daketin kolanan.

Îro danê sibê li bajarên Hewlêr, Duhok, Kerkûk û Helebcê, bi armanca şermezarkirina daxuyaniyên parlamentera Tevgera Goran Sîrwe Ebdulwahîd, xwepêşandan tên kirin. Malbatên şehîd û pêşmergeyan, saziyên sîvîl û çalakvan beşdarî xwepêşdanan dibin û daxwaz dikin, ku gotinên Sîrwe Ebdulwahîd bê bersiv nemîne.

Demjimêr 10:30ê îro danê sibê (10-12-2016), li navenda bajarê Hewlêrê, bi tevlîbûna hejmareke zêde yê hemwelatî û pêşmergeyan, li hember daxuyaniyên parlamentera Tevgera Goran Sîrwe Ebdulwahîd, xwepêşandaneke berfireh dest pê kir.

Di xwepêşandana Hewlêrê de Fermandarê Hêza Taybet a Gulan Mensûr Barzanî, ku di nava xwepêşanderan de bû û ji Rûdawê re got; “Em weke pêşmerge, sivikatiya li hember pêşmerge û malbatên şehîdan qebûl nakin. Daxwaz dikin, ku tenê bi lêborînekê ev parlamenter neyê efûkirin, bê cezakirin.”

Barzanî herwiha got; “Xwîna şehîdan pir giranbuha ye û divê sînor ji bo wan kesan bê dayîn ku sivikatiyê bi vê nirxê gel dikin.

Xizmekê şehîdan li Helebceyê jî got; “Şehîdên li di doza ax û welat de şehîd bûye. Em daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ku ev parlamenter here ber dadgehê.”

Parlamentera Tevgera Goran Sîrwe Ebdulwahîd di bernameyeke televizyonî ya kanala Dîcle ya iraqî de sivikatî bi jinên pêşmergeyên şehîd kiribû û îdia kiribû, ku beşek ji jinên pêşmergeyan, piştî ku hevjînên wan şehîd dibin, ji ber hêjariyê ne çar dibin laşê xwe difiroşin.

Ebdulwahîd herwiha îdia kiribû, ku pêşmerge gundên ereban têk didin.

Wezareta Pêşmerge, Hêzên 70 ê Pêşmerge, PDK û Rêxistina Aştî û Xêrxwazî ya Navdewletî jî bi tundî daxuyaniyên parlamentera Goran şermezar kirin.

Ji aliyê din ve Sîrwe Ebdulwahîd derbarê gotinên xwe de daxuyaniyek weşand û got ku wê peyva “leşfiroşî” bikar ne aniye û wê parastina malbatên şehîd û pêşmergeyan kiriye.

Top