‘Rêveberiya Trump dê zêdetir alîkarî bide kurdan’
Endamên şand Amerîkayê ku serdana eniya Mexmûr a Hêzên pêşmerge kirin ji Rûdawê re ragihandin, ku dê rêveberiya Obamayê zêdetir hevkariya kurdan bike.
Garner: Li Kurdistanê gelek pêşketin çêbûne
Hakimê sivîl yê berê yê Iraqê Jay Garner, ku yek ji endamên şanda amerîkî bû ji Rûdawê re got; “Ji sala 2003yan ve gelek tişt li Kurdistanê hatine guhertin û kurd bêyî hevkariya Amerîkayê pêşketine, berovajiyê Kurdistanê, Bexda weke xwe maye.”
Jimes Jons: Pêşbînî dikim dê Amerîka zêdetir alîkarî bide kurdan
Şêwirmendê berî yê ewlekariya nîştîmanî ya rêveberiya Obamayê James Jones jî got; “Kêfxweş im ku hatime Kuridstanê. Derbarê helwesta rêveberiya nû ya Trump a li hember welatên din de gumanên me hene. Lê ez pêşbînî dikim, ku dê rêveberiya nû zêdetir hevkarî û alîkariyê bide kurdan.”
Jones herwiha balkişande ser pêgeha stratejîk a Kuridstanê û diyar kir, ku pêwîste Amerîka êdî alîkariyan raste rast bide Kurdistanê û got; “Pêwîste em ji serkeftinan piştrast bin. Bi taybet jî di şerê Mûsilê de.”
Fermandarê malnişîn ê Amerîkayê ku beriya 25 salan ji bo cîbicîkirina biryara navçeya dijefirînê kar kar kiriye, got; “Em jib o bîranîna operasyona dabînkirina aramiyê li vir in. Li gel komek generalan me li vir erkê xwe pêk anî.”
Roja 5ê Nîsana 1991ê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biryara jimare 688 a derbarê “Herêma Dijefirînê” li Başûrê Kuridstanê, pesend kir. Li gorî wê biryarê sînorên îro yên Herêma Kurdistanê hatine danîn û pêşiya êrîşên rejîma Sadam hate girtin.
Rudaw
