• Monday, 23 February 2026
logo

Amerîka: Me çek nedaye YPGê û nadinê jî

Gulan Media December 10, 2016 Nûçe
Amerîka: Me çek nedaye YPGê û nadinê jî
Serokê Amerîka biryarnameyek li dor hilgirtina astengan li ser sînordar kirina pirçekirina wan grubên dijî terorê li Sûrîyê şerî dikin belav kir.

Li gorî wê biryarnamê, pêdvîye wezareta derve ya Amerîka pazde rojan berî derkirina biryara hinartina çekî bo wan gruban, bighîne kongresê.

Ji alîyekê din ve, wezaretên bergirî û derve yên Amerîka ragîhand; ew dijî pêdana moşekên bergirîya asmanî ne bo Sûrîyê.

Heman dem berpirsekê wezareta bergirîya Amerîka ragîhand; Amerîka çek nedaye PYDê û YPGê û nadetê jî, çi gorankarî jî di ser sîyaseta Amerîka da li dor wê yekê çênebûne.

War.tv
Top