Parlementerekî Iraqî hate kuştin
Parlementerê Iraqî Mişan Cibûrî li ser rûpele xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Facebook” belav kir, Ecman li ser riya di navbera Nasiriye û Besrayê rastî êrîşeke çekdarî hat û di encamê ew û ajokarê wî vê hatin kuştin.
Tevî ku hin desgehên nûçeya kuştina Ecman red kirin û gotin ku, di encama bûyereke çûnûhatinê de canê xwe jidest daye, lê kenala fermî yê Iraqê nûçeya kuştina Ecman di êrîşeke çekdarî de piştrast kir.
Ebdilezîm Ecman parlementerekî Sune û ji parêzgeha Besra ya li başûrê Iraqê û endamê Partiya Îslamî ya Iraqê bû.
K24
