Spasnameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê
Pir bi dil spas û pêzanînên xwe pêşkêşî wan hemû birêzan dikim ku li pirseya xuşka min a mezin Eqlîmexan de hevxemî û serxweşiyên xwe ragihandiye.
Spasî wan hemû serkirde û kesayetiyên siyasî yên navxweyî û Iraqê û Konsol û Nûnerên welatan û kesayetiyên olî û aliyên siyasiyên Herêma Kurdistan û Iraqê û kesayetiyên çandî û akademî û civakî û hemû çîn û tuwêjên Kurdistanê û hemwelatiyên birêz û Fermande û Pêşmergeyên qehreman û rêxistinên civaka medenî û ragihandinkaran û wan hemû birêzan dikim ku teşrîf anîne û amadeyê pirseya me bûne. Heman demî de spasî wan hemû kesayetiyên siyasî û civakî yên her çar perçeyên Kurdistanê û Serok û serkirdeyên siyasî û kesayetiyên welatên cîran û cîhanê dikim ku li rêya telefon û şandina peyaman xema me kêm kirine. Xwedayê mezin padaşta me hemû aliyek bide.
Hêviya tendirustî û bexteweriyê ji bo hemû aliyek dixwazim
Mesûd Barzanî
10.12.2016
