• Monday, 23 February 2026
logo

Îran Rojhilatê Kurdistanê zuha dike

Gulan Media December 9, 2016 Nûçe
Îran Rojhilatê Kurdistanê zuha dike
Tê gotin, Wezareta Enerjî ya Îranê rê nade ku ava bendava Kerxe li parîzgeha Xuzistanê, ji bo çandinya parêzgeha Loristanê were veguhestin û ev yek jî dibe sedema hişkesaliyê.

Berpris û xelkê parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, çavkaniya sereke ya bendava Kerxe, avên Rojhilatê Kurdistanê ne, lê hikûmet wan avan ji bo cihên din vediguheze û bi vê yekê jî navçeyên Rojhilatê Kurdistanê rastî hişkesalî û kêmaviyê tên, nikarin çandiniyê bikin.

Nûnerê Kohûdeştan a Loristanê Elahyar Melekşahî, dide zanîn ku bendava Kerxe bendava herî mezin a Rojhilata Navîn û şeşemîn bendava mezin a cîhanê ye.

Melekşahî diyar dike ku parêzgahên Kuridstanê yên weke Îlam, Kirmanşan, Hemedan, Loristan û Sine, herwiha rûbarên Seymere, Keşkan, Çardewl, Qerezûc, Gamasiyaw, bi tevê berf û baranê diherikin vê bendavê.

Elahyar Melekşahî dibêje; “Piraniya ava Loristanê dikeve vê bendavê lê Wezareta Enerjî ya Îranê beşa avê ya Loristanê nade.”

Rêveberê Ava Navçeyên Loristanê Elî Ûmîd Seyfî jî dide xuyakirin, ku beriya niha ji bo çareseriya vê pirsgirêkê ji aliyê hikûmeta Îranê ve soz hatibû dayîn lê Wezareta Enerjiyê hevkariya wan nake.

Parêzgeha Loristanê bi dewlemandiya çavkaniyên avê tê naskirin. Ji sedî 11ê rûbar û ava Îranê li vê parêzgehê de ye. Lê ji ber siyaseta avê ya Îranê, metirsiya hişkesaliyê li vê parêzgehê peyda bûye.

Berpirsên Îranî dibêjin; “Komara Îslamî ya Îranê pêşbînî dike, ku pirsgirêka ava vexwarinê, yek ji pirsgirêkên pêşerojê be. Lewma ji niha ve projeyên xwe amade dike. Kontrolkirina avê jî beşek ji vê bernameyê ye.”

Veguhestina avê ji cihekê ji bo cihekê din ê bê av, yek ji projeyên hikûmetê ye lê vê yekê rê ji nerazîbûnan re vekiriye.

Rudaw
Top