• Monday, 23 February 2026
logo

Yekitiya zanayen îslamî…Bi hîmmeta Pêşmerge û xelkê Kurdistanê şikest bi hewlên DAIŞê hat

Gulan Media December 9, 2016 Nûçe
Yekitiya zanayen îslamî…Bi hîmmeta Pêşmerge û xelkê Kurdistanê şikest bi hewlên DAIŞê hat
Bi boneya bîranîna dayîkbûna pêxemberê îslamî, Yekitiya zanayên îslamî yên Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û daxwaz kir, ew bîrhatine bibe xetek bo vegerandina giyana biratî, heskirin û pêkvejiyan di navbera hemû netew, ol û mezhebên cuda yên Kurdistanê.

Derbare şerê DAIŞê de jî tê gotin: ‘’Bi hewl û hîmeta Pêşmerge û xelkê berxwedêr ê gelê Kurdistanê şikest bi hewldanê DAIŞê hat, tiştê ku mayî jî desthilat, partî û hemû xelkê ve kar ji bo qonaxa piştî şerê DAIŞê bê kirin.

Daxuyanî waha ye:
Bi navê xwedayê bexşîner û mîhreban

Mislimanên ezîz…hemniştiniyên birêz

Ji ber bîranîna dayîkbûna pêxemberê heskiriyê me, rihmeta xwedê li ser be, pîrozbahiyekî germ li hemû aliyekê em dikin û hêvîdarin ev bîrhateye bibe hêvina vegerandina rêwşekî xweşik û bilind a rêbaza serdar û serverê me, ku giyana biratî, heskirin û pêkvejiyanê di navbera hemû netew, ol û mezhebên cuda yên Kurdistanê kûrtir bibe.

Rêzdaran: îsal ku bîrhatina mewlûda fexrî ya gerdûnê em dikin, gelên misliman li navçeyên me û xelkê Kurdistanê bi taybetî ji rewşekî nexwaş û pir êşên ewlehiyê û aborî re derbas dibe. Lê em piştrast ev bûyerane bo xelkê aqilmend derfetekî zêrînin, ku em li xwe vegerin û hewlbidin bo vegerana heman exleqê bilind ê pêxember a bidestxistina edalet ango dadperwerî, destpakî, biratî, heskirin û rastgotin, bi taybet piştî ava bûna terorîstên ku dixwastin tehlihevî û çirayê geş ê îslamê vemirînin û wêranbûnê pêkbînin, lê spas ji bo xwedê, bi hewldan û hîmetê Pêşmerge û xelkê berxwedêr ê gelê Kurdistanê şikest bi wan hewlan hat dayîn, tiştê ku mayî jî Kurdistanê de bi desthilat, partî û xelkê Kurdistanê ve zêdetir kar bo qonaxa piştî şerê DAIŞê em bikin û em hemû hewl bidin aştî û biratiyê di dilê takekesê Kurd de ava bikin, ku her yek ji me di dil de hest bi aramiyekî zêdetir bikin.

Dubare ev bîranîne li hemû aliyekê pîroz be.

Yekitiya zanayên ola îslamî ya Kurdistanê

10 Rebîûl ewel 1438
08.12.2016

Basnews
Top