• Monday, 23 February 2026
logo

Wezareta pêşmerge bi tundî bersifa parlementera Goranê da

Gulan Media December 9, 2016 Nûçe
Wezareta pêşmerge bi tundî bersifa parlementera Goranê da
Duh wezareta pêşmerge bi daxuyaniyeke gelek tund bersifeke dijwar da parlementera Goranê.

Piştî ku parlementera Goranê ya li parlementoya Îraqê Sirwe Ebdulwahêd sexîf ji hêzên pêşmerge û jinên peşmergeyên şehîd kir, duh raya giştî ya Kurdistanê bi tundî dilgiranî û acizbûna xwe diyar kir û bi tundî ew gotinên han mehkûm kir.

Her di vê çarçoveyê de jî wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku ew gotinên han bi ti awayî nayên qebûlkirin û lazime goran li ser wan sexîfan îzahatan bide gelê Kurdistanê.
Wezareta pêşmerge herwiha eşkere kiriye ku her kesek ku gotinên bi vê rengî bike di çi ast û pileyekî de bi ti hesane û parêzbendiyek jê re namîne.
Wezareta pêşmerge herwiha diyar kiriye ku pêşmerge bi xwîna xwe berevaniya şeref û kerameta gelê Kurdistanê û berevaniya ax û serweriya Kurdistanê dike û ti kesek jî mafê vê yekê nîne ku li ser navê parlementerbûnê sînorên birêzî derbas bike.
Top