Peyama Serokwezîr ji bo roja berhingarbûna gendeliyê
Serokwezîr di peyama xwe de bi spaskirina Desteya Destpakî ya Herêma Kurdistanê, derçûna yasaya destpakiyî û dest bi kar bûna Desteya Destpakiyê bi gaveka giring ji bo berhingar bûna gendeliyê li Herêma Kurdistanê daye zanîn. Her wiha hemahengî û berhev bûna hikûmtê jî nîşanda ji bo Desteya Destpakiyê.
Le pareka din ya peyama xwe, gendelî bi encama rewşa siyasî, civakî û rêveberiyê daye zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê demek e hewlê dide bi hemû awayekê berhingarê gendeliyê bibe û bo vê yekê jî dest bi reforman li ser asta sê qunaxên destpêkî, navendî û domdirêj kiriye.
Amaje bi vê yekê jî da sîstemeka nû ji bo Wezareta Darayî û Abûrî hatiye danan û sîstema kevin bi sîstemake nû ya li ser bingaha teknolijî dihê guhertin.
Hikûmet piroseya biometry pêş dixe û bi vê awayê dawiyê bi kêmasiyên wek lîstsa mûçe wergiran tine û lîstsa mûçe dihê paqij kirin û hikûmet dibe xwedî lîsteka rastîn ya karmendan.
Hikûmet piştîvniya darayî ji bo sektorên elektrîk û şewatê rawestand û wek welatên pêşketî dide sektora taybet û çavdêriyê dike bo vê yekî di berjewendiya welatiyan de be û barê ser milê hikûmetê jî dihê sivik kirin.
Li pareka din ya peyama Serokwezîr hatiye: şefafiyeta pirtir gaveka giring û bi bandor e ji bo berhingar bûna gendeliyê û hikûmet gavên cidî havîştiye ji bo gehiştin bi şefafiyeta pitir. Bo vê yekî jî amaje bi girêbestên tevî du kompaniyaên navdewletî kir ji bo bi dest xistina şefafiyeteka zêdetir ji sektora petrol û gazê.
Li dawiya peyama xwe jî Serokwezîr berhevbûna hikûmtê ji bo alîkarî kirina Desteya Destpakiyê û Dîwana Çavdêriya Darayî nîşan da ji bo berhingar bûna gendeliyê û bi dest anîna şefafiyeteka zêdetir.
