• Monday, 23 February 2026
logo

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo raya giştî

Gulan Media December 8, 2016 Nûçe
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo raya giştî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Di derbarê wê birgeya li yasaya budçeya giştî ya Iraqê da ji bo Pêşmerge hatiye cîgîr kirin bi xelkê Kurdistanê radigihînim ku birgeya hatiye pesendkirin ne rûn û zelale û lastîkiye û xwendineke cûr bi cûr hildigrê û li warê yarîpêkirinê têda heye.

Babeta dirustkirina girift ya budçeya Pêşmerge û Herêma Kurdistanê ne tiştekî nû ye û her li sala 2005 ve bi awayên cûr bi cûr Hikûmeta Iraqê pabendbûna darayî li beranber Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bi cîh nekiriye û giriftê bo aniye. Bi taybetî ew eqliyeta siyaseta birîna budçeya Herêmê û birçîkirina xelkê Kurdistanê peyrew kiriye û ewên şêwirîna nanbirîna gelê Kurdistanê dane tu demekê amade jî nabin kêşeyên xelkê Kurdistanê çareser bikin.

Di derbarê hewl û nêrîna hejmarek ji Endamên Fraksiyonên Kurdistanî ya ji bo çareserkirina babeta budçeya Herêmê û Pêşmerge li budçeya giştî ya Iraqê bi pêwîst dizanim ku Parlementerên Kurdistanê li Bexda li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kombibin û bi hurgilî nirxandina vê babetê bikin û eger yasaya budçe û birgeya pesendkirî li xizmeta Herêma Kurdistanê da bê û bibê sedema dahata zêdetir ewe li ser rêk bikevin. Eger jî bibê sedema ziyana Herêma Kurdistanê, bila ji bo xelkê Kurdistanê hemû rastiyan û muzayedata siyasî di derbarê budçe û dahatê de rûn û zelal bibê.

Mesûd Barzanî
08.12.2016
Top