• Monday, 23 February 2026
logo

ŞERÊ MÛSILê - Artêşa Iraqê 2 tax konrol kir li taxekê şer berdewam e

Gulan Media December 8, 2016 Nûçe
ŞERÊ MÛSILê - Artêşa Iraqê 2 tax konrol kir li taxekê şer berdewam e
Li rojhilatê Mûsilê şer li nav taxa Mesarîf berdewam e û artêşa Iraqê herdû taxên Şuheda û Berîd bi temamî kontrol kirine.

Fermandeyê Firqa 16 ya Artêşa Iraqê Sebah Elezawî ragihand ku piştî şerekî giran, hêzên wan, taxên Şuheda û Berîd kontrol kirine û lê hîna şerê kolan bi kolan di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên Iraqî de li taxa Mesarîf berdewam e.

Sebah Elezawî diyar kir ku hêzên Iraqê hewil didin taxa Mesarîfê jî bi temamî kontrol bike û ji destê DAIŞê derxîne.

Malpera Amaq a ser bi DAIŞê ve idîa dike ku 8 leşkerên hêzên dije terora Iraqî li taxa Nur hatine kuştin, lê heta niha hêzên dije terora Iraqî derbarê wê nûçeyê de ti daxuyaniyek belav nekirine.

Roja çarşemê jî şerekî giran di navbera hêzên Iraqî û çekdarên DAIŞê de li taxên Wehde û Mîsaq û taxa Felestîn berdewam bû. Artêşa Iraqê bi tankê Ebramz bombebarana navendên DAIŞê dikir.

Ev di demekê de ye ku duh Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku operasyona kontrolkirina Mûsilê bi başî birêve diçe.

Rudaw
Top