Girtiya siyasî ya kurd wek “Girtiya Salê” hate binavkirin
Li gor malperên rêxistinên mafê mirova yê Kurdistana rojhilat Zeyneb Celaliyan teman 34 salî, yek ji 12 girtiyên siyasî li ser asta cîhanê di roja cîhanî ya mafê mirovan de ji aliyê rêxistina lêbûrîna navnetewî hate diyar kirin.
EV jina kurd a zîndanî tekane zîndaniya siyasiya Îranê bûye ku ji aliyê rêxistina lêbûrîna navnetewî hatiye hilbijartin.
Zeyneb Celaliyan ku caveke wê bi sedema nexwaşiya (goştê zêde) di bin xetera kor bûnê de ye bi gefan û eşkencê di programeke telefîzyonî de neçar bi îtîrafkirin kirin.
Rêxistina Netewên Yekgirtî îsal di daxuyaniyeke fermî de xastibû ku di demeke zû de bê azadkirin û hemû mafên wê bidinê û qerebû jî bikin.
basnews
