Kurd di artêşa Iraqê de pêşeng in
Hejmarek ji leşker û efserên Kurd di artêş û hêza Dijeterorê Iraqê de amaje bi wê yekê dikin, ew di şerê li dijî DAIŞê de pêşeng in. leşkerekî Kurd di nava rêzên Dijeterora Iraqê de ji K24ê re got: “Rola me wek Kurd di operesyona rizgarkirina Mûsilê de gelekî girîng e, erkê me her tim êrîşkirin e.”
Leşkerekî din di Firqeya Zêrîn ya ser bi Dijeterora Iraq ve dibêje: “Di nava Firqeya Zêrîn de bi taybetî rola Kurd di operesyona rizgarkirina Mûsilê de roleke girîng heye, hêvîdar in di demeke nêzîk de Mûsilê bi tevahî kontrol bikin.”
Efserekî Ereb di hêza Dijeterora Iraqê de jî derbarê rola Kurd di wê hêzê û operesyona rizgarkirina Mûsilê de dibêje: “Rola Kurd di operesyona rizgarkirina Mûsilê de gelekî girîng e.”
k24
