• Monday, 23 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Me ji wan re got sînor li dijî kurdan hatine kişandin

Gulan Media December 8, 2016 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Me ji wan re got sînor li dijî kurdan hatine kişandin
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje, Lêjneya Derve ya Senatoya Amerîka piştgiriya Kurdistanê dike.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ku ev çend roj in li Amerîka ye, li ser rûpela xwe ya twîtterê daye zanîn ku bi endamên Lêjneya Derve ya Senatoya Amerîkayê re hevdîtin kiriye.


Mesrûr Barzanî derheqê hevdîtinê de jî gotiye, me ji şanda Amerîkî re got ku li Rojhilata Navîn sînor li dijî gelê me hatine kişandin.


Wî rayedarê Kurdistanê aniye ziman ku endamên Lêjneya Derve ya Senatoyê jî piştgiriyeke bihêz bo Kurdistanê anîne ziman û soz jî dane di şerê terora cîhanî de li ser alîkarîkirina Pêşmerge berdewam bin.


Li gorî Mesrûr Barzanî, ji bona ku êdî DAIŞ û yên mîna DAIŞê dernkevin divê faktorên bûne sebeba şînbûna DAIŞê, bên dîtin û çareserkirin, çimkî eger wisa nebe, DAIŞ çû dê rêxistinên din li dewsa wê derkevin.

Şanda Kurdistanê ya ku li Amerîka bi rayedarên wî welatî re hevdîtinan dike, ji Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Husên û Nûnera Hikûmeta Kurdistanê li Waşingtonê Beyan Samî Ebdulrehman pêk tê.

Basnews
Top