Muslim: Têkiliyên me û PDKê nebaş in!
Hevserokê PYDê Salih Muslim îro li Parlamentoya Ewropayê û di konfransa taybet bi pirsa kurd de axivî û ragihand, ku modêla dewlet-netew bi kêrî Rojhilata Navîn nayê.
Salih Muslim behsa rêkevtina Sykes-Picot a di destpêka sedsala bihorî ya navbera Birîtanya û Fransa de kir û got, ew rêkevtin bûye sedemê dabeşkirina wê herêmê bi ser du dewlet an du hêzên împeratorî d ku karîn bi ser kêmîneyan de serkevtinê bi dest bînin.
Muslim bêyî ku amaje bi navên wan dewletên serkevtî bike, herwiha got, wan her du dewletan piştre dewletên Rojhilata Navîn jî dabeş kirin û dewletên netewî çê kirin.
Muslim li ser wê mijarê wiha axivî:
“Cara berê jî me behsa Sykes-Picotê kir, rêkevtina Sykes-Picotê di destpêka sedsala bihorî bûye sedema dabeşkirina wê herêmê bi ser du welat an jî du hêzên împeratorî de, ku karîn bi ser kêmîneyan de serkevtinê bi dest bînin. Piştre jî dewletên Rojhilata Navîn dabeş kirin, ku ew jî di wê demê de berbilav bû û heta serdema modern her wisa bû, ku ew jî avakirina dewlet-netewê bû, lê belê ev modêla dewlet-netewê bo Rojhilata Navîn guncaw nîne, her weke çawan ku pêştir jî li gel realîteya Ewropayê de jî yek nebû, her ji ber wê jî şer dest pê kir. Wan înkara hebûna kurd û kêmnetewên din kirin, her weke ermeniyan. Cenosîda ermeniyan û komkujiya Kurdan û cenosîda li hember wan, piştre jî di sala 1923an de Lozan hate pêş û niha jî ew berdewam e û ew dewlet-netewên han li ser wê bingehê kar dikin.”
Hevserokê PYDê destnîşan kir ku wan pêwîstî bi alternatîvekê heye û bi nêrîna wî, berî her tiştî jî pêwîst dike ku hizra dewlet-netewê biguhere.
Salih Muslim da xuyakirin, ku ezmûna wan a li Rojavayê Kurdistanê serkevtî ye û wan li Rojava hewl daye ku wê alternativa pêwîst li wir weke çareser bi kar bibin.
Muslim got:
“Me pêwsîtî bi alternatîveke demokratîk heye, berî her tiştî jî pêwîst e hizra dewlet-netewê biguhere. Li gorî wê ezmûna ku me li Rojava heye jî, me hewl daye wê çareseriyê bi kar bibin û baweriya me ev e ku pêwîst e gelê me were rêxistinkirin. Me ew yek kiriye, renge %100 wek wê nebe ku em dixwazin, herwiha me hewl daye ku core hzirkirinê jî biguherin ku qebûl bikin li gel hev bijîn, wate firehiyê pesend bikin. Tişteke din ku em li Rojava cîbicî dikin, yeksaniya cênderî (regezî) ye.”
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk li ser pêwendiyên navbera Rojavayê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî qise kir û got, ew pêwendî ne pêwedniya navbera Rojava û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, belku pêwendiya navbera Rojava û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye.
Salih Muslim ragihand, ku pêwedniya wan bi partiyên Başûrê Kurdistanê re baş e û wan tenê pirsgirêk li gel PDKê heye.
Muslim PDK weke çavkaniya arîşeyan bi nav kir û got, Li Rojavayê Kurdistanê jî wan tenê li gel her du aliyên Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S)û Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS ango Yekîtî) pirsgirêk hene û tekez kir, PDK piştgiriya wan her du partiyan dike.
Muslim wiha axivî:
“Ez dixwazin wê yekê zelal bikim, ku pêywendiya navbera Rojava û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêwendiya navbera Rojava û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîne, belku pêywendiya navbera Rojava û Partiya Demokrata Kurdistanê ye. Mijar tenê li gel yek partiyê ye, eger na, pêwndiyên me bi gel û partiyên din re heye, herwiha me li gel Başûr, Rojhilat û Bakur pêwendiyên baş hene. Em yek netew in û dîtina me bo paşeroja gelê kurd nêzîkî hev e, lê belê me tenê arîşe li gel Partiya Demokrata Kurdistanê heye û dirastî de jî ew alî çavkaniya pirsgirêkan e. Li Rojava jî bi heman şêweyê du partî hene, yek ji wan Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê ye û ya din jî Partiya Yekîtî ye ku ji aliyê PDKê ve tên piştevanîkirin. Her ji ber wê jî ew ne pêwendiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, çimku me pêwendiyên baş hene.”
Rudaw
