• Monday, 23 February 2026
logo

Esed: Gelê Sûriyê federalîzmê qebûl nake

Gulan Media December 8, 2016 Nûçe
Esed: Gelê Sûriyê federalîzmê qebûl nake
Serokê Sûriyê Beşar Esed radigehîne ku, gelê Sûriyê federalîzmê qebûl nake û heta di nava Kurdan bixwe de jî beşek ne digel federalîzmê de ne.

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvînekê bi rojnameya “Weten” re dibêje, grûpên cuda li Sûriyê hene, hin ji wan niştîmanperwer, hin jî tundirê û xwefiroş in, hinek jî ji wan hewla cudabûnê û federalîzmê didin.

Esed got: “Bi giştî rewş aloz û zehmet e, ku helwesteke me ya ron hebe, lê li gor rewşê tê guhertin, îro jî karê meyê sereke jinavbirina terorê ye, niha her grûpek dijî terorê şer bike em pê re ne û piştgîriya wê dikin.

Derbarê pirsa federalîzmê de Beşar Esed got: “Pirsa federalîzmê girêdayî destûr û rewşa gelê her navçeyekê ye, destûr jî rê nade. Guhertina destûr jî pêwîstî bi rapirsiyê heye. Ti nêrîneke cemawerî ji bo vê pirsê nîne, heya di navbera Kurdan bi xwe de jî beşê mezin ji Kurdan ne digel federalîzmê de ye, lê nebûna dezgehên dewletê li bakurê Sûriyê wek derfet dîtine, ku îdareyên demekî pêk bînin ji bo rêvebirina karên xelkê.”

Esed got jî: “Ev rêveberiyên hene, bi awayekî demkî ne. Heya teror bidawî nebe, em nikarin behsa federalîzmê bikin. Piştre her tişt girêdayî gelê Sûriyê ye. Em her tiştî qebûl dikin, ku gelê Sûriyê qebûl bike. Em di wê baweriyê de ne jî ku gelê Sûriyê fedralîzmê qebûl nake li çi navçeyekê be jî, ji ber wê ez li ser wê pirsê ne nîgeran im.

K24
Top