Partiyeke Rojava: Eger em vê carê bi PYDê re rûnên mercên me dê mafên netewî bin
Newaf Reşîd, ku partiya wî endama ENKSê ye, ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, roj bi roj ji hemû xelkê Rojavayê Kurdistanê re eşkere dibe ku helwesta PYDê ne kurdane ye û armanca wan ew e ku projeya Kurdî di paşerojê de sernegire.
Newaf Reşîd her wiha gotiye, bê çawa cîhan li ser Sûriyê bûye 2 beş, Kurd jî wisa bûne 2 beş. Beşek ji cîhanê ligel rêjîma Sûriyê ne û yên din ligel opozîsyonê ne. Kurd jî beşek ji wan ligel rêjîmê ne û beşê din ku ENKSê ye, xwedî projeyele neteweyî ye û Serok Barzanî serperiştiya wê projeyê dike. Ew aliyê din jî ku li yekîtiya gelan digere, dijayetiya projeya me dike û dibêjin pêwîstiya me bi dewleta Kurdî tune ye.
Nûnerê Partiya Yekîtî li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd daye xuyakirin ku tişta ku rêjîma Sûriyê di heyama 50 salan de nikarîbû li hemberî Kurdan bike, niha PYDê wek nûnerê rêjîmê li Rojavayê Kurdistanê li dijî Kurdan dike. Ku ji nehiştina xebata siyasî û demokrasî û guhertina demografiya Kurdistanê destpê kir û niha alaya Kurdistanê dişewitînin.
Newaf Reşîd gotiye ku eger vê carê danustandinan ligel PYDê bikin, dê mercên wan mafên neteweyî bin, ji ber ku ew ne kurd in. Eger li ser pirsên neteweyî lihev bikin, pirsên din dê ti pirsgirêka wan tune bin.
basnews
