Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Urdinê serxweşiyê li Serok Barzanî kir
Serokê Herêma Kurdistanê – Iraq
Fexametê Serokê Hêja
Silav û dilovaniya xwedê li we bin
Bi xem û kovaneke bêhempa ve nûçeya koça dawî ya xuşka we ya birêz xanima Eqlîme Barzanî gihîşt min, xwedayê mezin bi dilovaniya xwe lê biborîne, di demek da ku rastgotirîn hestên xemgîniyê ji bo we dûpat dikim ji xwedayê mezin û perwerdegar hêvîdarim xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û wê bi bihûşta fireh şad bike.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Li gel rêzên minên bêhempa
Nasir Cude
Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Urdinê
