• Monday, 23 February 2026
logo

Asayişa Rojava derbarê şewitandina Ala Kurdistanê de daxuyanî da

Gulan Media December 7, 2016 Nûçe
Asayişa Rojava derbarê şewitandina Ala Kurdistanê de daxuyanî da
Fermandariya Giştî ya Asayişa Rêveberiya Xweser ragihand ku hêzên wan Ala Kurdistanê neşewitandine, û ew hemû welatiyên Rojavayê Kurdistanê tevî bîr û baweriyên wan diparêzin.

Roja înê 2ê Kanûna îsal li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, hin kesan êrişî ofîsa Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê kiribûn û piştî şikandina kelûpelan, Ala Kurdistanê li ser avahiya ofîsê anîbûn xwarê û şewitnadibûn.

Têkildarê şewitandina Ala Kurdistanê, Asayişa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê îro daxuyaniyek derxist.
Di daxuyaniya Fermandariya Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de hatiye, ku hêzên wan navend û ofîsên hemû partiyan û bi taybetî jî navendên partiyên ENKSê ku li dijî Rêveberiya Xweser in, diparêzin.

Derbarê xwepêşandan herî dawîn a ENKSê li Qamişlo de jî, Fermandariya Asayişê ragihand, ku ew xwepêşanda han bê ruxste hatibû kirin, û endamên saziya Ciwanên Şoreşger ku ciwanên TEV-DEMê ne, êrîşî ser xwepêşanderan kiribûn.

Fermandariya Asayişê dibêje, hêzên wan hejmareke mezin ji endamên Ciwanên Şoreşger girtine.

Çi bibû?

Roja înê ya derbasbûyî 2ê Kanûnê jî li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, êrişî ofîsa ENKSê hatibû kirin û kelûpelên tê de hatibûn şikandine.

Berpirsên ENKSê piştî bûyerê ragihandibûn, ku alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrişî ofîsa wan kirine û piştî şikandine kelûpelên ofîsê, Ala Kurdistanê li ser avahiya ofîsê anîne xwarê û şewitandine.

Herwiha heman rojê li bajarê Qamişloyê jî êrişî xwepêşandaneke ENKSê hatibû kirin û li gorî gotina berpirsên ENKSê, alîgirên PYDê û hêzên Asayişa Qamişlo li xwepêşanderan dabûn û gulleyên hewayî avêtibûn ku di encamê de 5 welatiyên sivîl birîndar bibûn.

Herwiha her li bajarê Qamişlo û piştî êrişa li ser xwepêşanderan, êrişî ofîsên her du partiyên, Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS ango Yekîtî) û Partiya Demorkata Kurdistan-Sûriye (PDK-S) hatibû kirin.

Rudaw
Top