• Monday, 23 February 2026
logo

Birêz Celal Talebanî serxweşiyê li Serok Barzanî kir

Gulan Media December 7, 2016 Nûçe
Birêz Celal Talebanî serxweşiyê li Serok Barzanî kir
Birêz Celal Talebanî Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê li peyamek da ji bo koça dawî ya xanima Eqlîma Barzanî serxweşiyê li Serok Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir ku eve jî naveroka wê ye:

Bi navê perwerdegarê bexşînde û dilovan

Birayê xweşdivî cenabê Serok Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê

Bi xem û kovaneke mezin ve nûçeya koça dawî ya Eqlîma Barzanî xuşka we ya mezin gihîşt min, ji bo wê xema we beşdariyê li xema we dikim û pirse û serxweşiya xwe ya germ pêşkêşî we dikim, li rêya cenabê we jî hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî yek bi yek hemû malbata we ya birêz dikim.

Ji perwerdegarê me yê mezin hêvîdarim ruh û giyana Eqlîma Barzanî ya xuşka we bi bihûşta fireh şad bike, sebir û dilnewayiyê jî bi cenabê we û hemû aliyek bibexşê û eve xema we ya dawî bê û ji nexweşî û tengasiyan bi dûr bin, herdem serfiraz bin.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Birayê we Mam Celal

Top