ENKS: Ofîsa me ya Tirbespiyê jî ji aliyê PYDê ve hatiye şewitandin
Duh danê sibê, ofîsa ENKSê li bajarokê Tirbespiyê yê Kurdistana Rojava hat şewitandin.
Derheqê wê bûyerê de, berpirsê ofîsa ENKSê li Tirbespiyê Ebdulhekîm Mihemed ji televîzyona K24 re gotiye, ofîsa me ji aliyê heman kesan ve hatiye şewitandin ewên ku ofîsên me yên li bajar û barokên din ên herêma Cizîrê ya Rojava şewitandine.
Ebdulhekîm Mihemed daye zanîn ku heta niha 4 caran ofîsa wan li Tirbespiyê hatiye şewitandin û gotiye, ji aliyekî de serkirde û endamên ENKSê tên girtin ji aliyê din de jî ofîs û navendên wê tên şewitandin.
Herî dawî li bajarên Qamişlo û Amûdê, ofîs û avahiyên partiyên endamên ENKSê ji aliyê alîgir û asayişa PYDê ve hatibûn şewitandin. Li Amûdê alaya Kurdistanê jî hatibû şewitandin.
Basnews
