Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serok Komarê Iraqê kir
Li hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreter û Azad Berwarî û Mehmud Mihemed Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, rewşa siyasî û emnî ya Iraq û navçeyê û serkeftinên hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê li beranber terorîstên Da'îş xistin ber behs û guftûgoyan û her dû alî xweşhaliya xwe li hebûna hemahengî û karê hevbeş ya di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê li operasyona azadkirina Musilê de nîşanda. Her wiha ronahî xistin li ser pêşhatên dawî û guhertinên li hevkêşeyên siyasî ya li ser asta navçeyî û navdewletî.
Li beşekî dinê vê civînê de ji bilî behskirina gefên hizra tundrewî û terorê tekez li ser redkirina siyaseta tayîfegerî û cûdakariya tayîfî li proseya siyasî û olî ya Iraqê kirin.
Her li vê civînê de şanda mîhvan pesnê siyaset û nêrîna Herêma Kurdistanê ya li parastina pêkhatên neteweyî û olî û kûrkirina kultûra pêkvejiyan û lêborînê kir.
