• Monday, 23 February 2026
logo

Kiliçdaroglu: Tenê CHP dikare pirsa kurdî li Tirkiyê çareser bike

Gulan Media December 7, 2016 Nûçe
Kiliçdaroglu: Tenê CHP dikare pirsa kurdî li Tirkiyê çareser bike
Serokê Partiya Gel a Komarê(CHP) Kemal Kiliçdaroglu dibeje, li Tirkiyê tenê yek partî heye ku dikare pirsa kurdî çareser bike ew jî CHP ye!

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu îro di çarçoveya serdana xwe ya Diyarbekirê de, pirsên rojnamevavan bersivand û da zanîn ku, ji bo çareserkirina pirsa kurdî wan heta niha gelek xebat kirine.

Kiliçdaroglu got ku li Tirkiyê tenê partiya wan dikare pirsa kurdî çareser bike û soz da, eger ew bibe desthilatdar dê nav 4 salan de pirsa kurdî çareser bike.

Serokê CHPê anî ziman ku raporên CHPyê yên hatine amedekirin, dikare pirsa kurdî çareser bike.

basnews
Top