• Monday, 23 February 2026
logo

Başûr – Li Zankoya Selahedîn a Hewlêrê beşa zimanê Siryanî jî vebû

Gulan Media December 7, 2016 Nûçe
Başûr – Li Zankoya Selahedîn a Hewlêrê beşa zimanê Siryanî jî vebû
Li Zanîngeha Selahedîn a bajarê Hewlêrê, beşa zimanê Siryanî jî vebû. Nûnerê Wezîrê Xwendina Bilind vê yekê wek destkeftek mezin bo Kurdsitanê dide zanîn.

Îro bi amadebûna nûnerê Wezîrê Xwendina Bilind ê Kurdistanê, Dr. Amanc Seîd û serokê Zankoya Selahedîn a Hewlêrê, Dr. Ehmed Dizeyî, beşa zimanê Siryanî li Fakulteya Perwerdê ya Zankoya Selahedîn vebû.


Nûnerê Wezîrê Xwendina Bilind di merasima vekirina beşa zimanê Siryanî de axivî û got, vekirina beşa zimanê Siyanî gavek girîng û destkeftek mezin e bo Kurdistanê. Çimkî ev yek nîşan dide ku Kurdistanê çiqasî girîngiyê dide kêmîneyên etnîkî û kultur û nirxên wan.


Hat zanîn ku îsal li beşa zimanê Siyanî de 20 şagirt hatine wergirtin dê salên bê ev hejmar zêde bie.

Basnews
Top