Serok Wezîrê Iraqa Federal serxweşiyê li Serok Barzanî kir
Serokê Herêma Kurdistanê
Silav û dilovaniya xwedê li ser we bin
Bi xem û kovaneke mezin û bi razîbûna bi qederê xwedê, nûçeya koça dawî ya Eqlîmexanê xuşka we ya birêz gihîşt min, li gel hevbeşiya min ya ji bo xema we bi vê helkefta xemgîn da û bi hestekî birayane û dilsozane ve û bi hevsoziyeke germ ve, pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî we dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêraziyê bixe ber dilovanî û lêborîna xwe ve û wê bi bihûşta fireh şad bike û xwadayê mezin sebir û xweragiriyê bibexşê we û malbata we ya birêz.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Dr Heyder Ebadî
Serokê Encumena Wezîran
Bexda
5ê Kanûna Yekemê 2016
