• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Komarê Iraqê serxweşiyê li Serok Barzanî kir

Gulan Media December 6, 2016 Nûçe
Serok Komarê Iraqê serxweşiyê li Serok Barzanî kir
Birêz Serok Komarê Iraqê Dr Fuad Mehsum pirsenameyekî pêşkêşî birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir, ji bo koça dawî ya xanima Eqlîma‌ Barzanî xuşka mezina rêzdar ku eve jî naveroka wê ye:

Birêz Serok Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya xuşka we ya mezin xwedê jêrazî Eqlîma xanim gihîşt min.

Ji bo vê xema mezin, germtirîn pirse û serxweşiyê li we yê birêz û malbata we dikîn, ji perwerdegarê mezin hêvîdarîn wê bixe ber dilovaniya xwe û bi bihûşta fireh şad bike, sebir û dilnewayiyê jî bi we û malbat û dostên we bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Fuad Mehsum
Serok Komarê Iraqa Federal

Top